SerekeSport

Koma Adirbêcanêye boksê tirsîyaye ku tevî çêmpîyonata Avropayêye li Yêrêvanê bibe

Qulixdarîya fêdêrasîyona Adirbêcanêye boksê elametî belav kirîye, li gorî kîjanê koma Adirbêcanêye boksê nexwestîye bê Yêrêvanê, ku tevî çêmpîyonata Avropayê bibe, ya ku wê dawîya meha gulanê li Yêrêvanê derbazbe.

Înkarkirina hatina li Yêrêvanê, fêdêrasîya Adirbêcanêye boksê bi menîyê raber kirîye, wekî meha gulanêda hilbijartinên asosîyasîya boksêye navnetewî wê derbazbin, sportsmênên azêrî wê bona çêmpîyonata hemcîhanî xwe amede bikin.

Nava înformasyîonêda hatîye dîyarkirinê, wekî meriv dikare bawarîya xwe li vê yekê bîne û bi taybetî wê yekê bîr bîne wextê ku boksîyorên ermenî netirsîyan û li Bekûyê tevî çêmpîyonatê bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button