H’emû nûçeSereke

Sîyaseta balanskirî gerek bibe ya kevirê enîşkê: pêşezana derheqa seredana serokwezîrê Ermenîstanêye li Rûsîyayê dane dîyarkirinê

Seredana serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyane li Rûsîyayê û dokûmêntên îmzekirî baş tê qebûlkirinê.Ji alîkîva ew  hinek garantîyayên bêqezîyabûnê didin û ji alîkî mayînva jî mecal çê dibe ku hevkarîya êkonomîkî bidine aktîvkirinê. Li gorî ragîhandina Armênprêssê, fikira wî cûreyî pêşezanê merkeza şirovekirinê, Conî Mêlîkyan  elam kirîye.

Şiroçîyê sîyasî Hakob Badalyan jî daye dîyarkirinê, wekî elametîya serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayê ya balanskirîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava vî halê gêopolîtîkîyî  giranda dokûmêntek hatîye stendinê, kîjanêda ji alîkîva ew rênîş tên dîyarkirinê, yên ku ji alîyê bêqezîyabûnêda bona Rûsîyayê girîngin, lê ji alîkî mayînva jî bona Ermenîstanê tiştên girîng cîhên xwe girtine.

Pêşezanê merkeza şirovekirinê Artak Xaçatryan jî gotîye, wekî kevirekî enîşkêye girîng jî, ya sîyasîya Ermenîstanêye der, gerekê sîyaseta balanskirîbe. Bi gotina wî, gavên wê yekê em dibînin, hema xût nava cedandinên bona heleqetîyên ermenîya-azêrîya.

Pêşezanê merkezê Taron Hovhannîsyan pirsên bêqezîyabûnê, yên elametîya serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayê raber kirine, li kîderê  derheqa pirsgirêka Qerebagêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button