H’emû nûçeSereke

13-ê gulanê  civîna şêwira wezîrên  Hevalbendîya Welatên Serbest wê pêk be

Bi ragîhandina TASS-ê, derheqa wê yekêda nûnera fermî ya wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê elam kirîye.

 “13-ê gulanê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov wê beşdarî civîna şêwira Hevalbendîya Welatên Serbest bibe, ya ku wê li Duşembê derbazbe”,- dîplomatê gotîye.

Zaxarovayê dîyar kirîye ku plana alîyan heye ku li ser mijarên herêmî û navneteweyî gotûbêj bikin, her wiha pêşxistina hevkarîyê di nava Hevalbendîya Welatên Serbestda. “Di hevdîtinêda wezîrên karên der wê li ser mijarên heyî, yên herêmî û navneteweyî, nêrînên xwe bi hevra binirxînin, ji bo gotûbêjkirina pêrspêktîvên hevkarîya piralî û kurtkirina encamên hevkarîya di navbera wezîretên karên dere sala 2O21-ê da”-ewê gotîye.

“Tê plankirinê ku girîngîyeke taybet bidine mijarên ewlekarîya navdewletî û her wiha bihêzkirina pêwandîya: di warên çandî, mirovî û zanistîda”,- nûnera fermî ya Rûsyayêye karên der dîyar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button