Wextê axaftina li parlamênta Almanîyayê, wezîra Almanîyayêye karên der Annalêna Bêrbokê daye dîyarkirinê, wekî Almanîya piştgirîyê dide derbên Tirkîyayêye li Kurdistana Başûr. Derheqa wê yekêda wezîra Almanîyayê wî çaxî gotîye, dema ku axaftin derheqa cudakirina sîlihaye bo Ûkraînayê dihate kirinê. Li parlamêntê pirs dane wezîrê. Martîn Zîhêrt berbirî wezîrê bûye û gotîye, wekî sala 2O19-a, dema ku Tirkîyayê opêrasîyona leşkerî dijî Sûrîyayê destpê kir, partîya wan ya opozîsîyon bû û wana wî çaxî pêşnîyarkir, ku gerekê êmbargoyê daynin li ser Tirkîyayê û hukumata fêdêral jî birîyara wî creyî qebûl kir. Zîhêrt usa gotîye û pirs dayê ku ewê êmabrgoya nû daynin ser Tirkîyayê, çimkî Tirkîyayê êrîşa nû li bakûrê Îraqê destpê kirîye. Çawa bersiva wê pirsê, wezîrê gotîye, wekî gerekê motîvên Tirkîyayê lê binihêrin û mafê Tirkîyayê heye ku xwe biparêze.
Herwiha kontr’ol bike
Close