H’emû nûçeSereke

Dem û cîhê hevdîtina mayîn, ya nûnerên taybet ên Ermenîstanê û Tirkîyayê, eyanin

Hevdîtina mayîn, ya nûnerên taybet, yên herdu welataye nava dorana pêvajoya çareserîyêda, ya Ermenîstanê û Tirkîyayê, wê 3-ê gulanê li Vîyênayê pêk bê. Armenpress-ê ragîhandîye ku berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan di derbarê wê yekêda gotîye. Nûnerên pêvajoya çareserîyê, yên Ermenîstanê û Tirkîayê, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan û Serdar Kiliçê bayloz, cara yekem 14-ê meha çile li Moskvayê rastî hevdu hatine. Hevdîtina duem 24-ê sibatê li Vîênayê pêk hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button