H’emû nûçeSereke

Dema hatina li Ermenîstanê têsta nexweşîya koronavîrûsê, yan jî sêrtîfîkata vaksînasîyakirinê wê hewce nîbe

Ji 1-ê gulanêda dema hatina li Ermenîstanê têsta nexweşîya koronavîrûsê, yan jî sêrtîfîkata vaksînasîyakirinê wê hewce nîbe. Ev dewekarî hatîye derxistinê, bi hesabhildana kêmbûna bûyarên girêdayî nexweşîya koronavîrûsêra. Derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye.

Ewê li civîna hukumatê gotîye, wekî nava 14 rojên dawîda 144 meriv nexweş ketine. Hejmara merivên ku ji wê nexweşîyê wefat dibin, kêm bûye. Nava 14 rojên dawîda merivek wefat bûye.

Bi gotina wezîrê, li cîhên xebatê jî îdî wê têst neyêne kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button