SerekeSîyasî

Rêjîma Sûrîyayê û desthilatdarîya Rojavayê bona hildanа hesara dora nehîyên Helebê û Qamişloyê gihîştine qayîlîyê

Rêjîma Sûrîyayê û desthilatdarîya Rojavayê bona hildanа hesara dora nehîyên Helebê û Qamişлoyê gihîştine qayîlîyê.

Meha derbazbûyî rêjîma Sûrîyayê  birina ar, ardû, dermana û eşîyayên pêwîste mayîn, ya berbi nehîyên kurdaye Şêx Meksûdê û Eşrefîyê dabû qedexekirinê. Çawa bersiva wê yekê hêzên kurda dora nehîyên li Qamişloyê girtibûn, rûyê çida protêstokirinên binelîyên edil destpê bibûn.

Wekîlê organîzeya mafparêz Îbrahîm Şêxo bi guhdarî dîna xwe dide halê li wir pêşdahatî. Ewî êvara pêncşemê ragîhandîye, wekî  nevsên kurdaye fermî elam kirine, ku di navbera herdu alîyada qayîlî hatîye destanînê.

Organîzeya Sûrîyayêye mafparêz daye dîyarkirinê, wekî qedexa li ser eşîyayên pêwîst  hatîye hildanê. Îbrahîm Şêxo serda zêde kirîye wekî halê li wan nehîya dîsa bûye mînanî yê mehekê pêşda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button