H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der, tevî dêlêgasîya bîznêsmênên Ermenîstanê seredana li bendera Hindistanêye here mezin, ya Mûmbayê, kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan tevî dêlêgasîya bîznêsmênên Ermenîstanê li merkeza Hindistanêye fînansî, ya li Mûmbayê, qesidîye. Ararat Mîrzoyan li Mûmbayê di bin konsûlxaneya Rûmetê ya Komara Ermenîstanê, ya li Çênnayê, byûroya Ermenîstanêye bazirganîyê vekirîye. Hema wê rojê jî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan tevî dêlêgasîya bîznêsmênên Ermenîstanê li bendera Hindistanêye li Mûmbayê qesidîye. Li wir alîya li ser îmkan û hûrgilîyên teknîkî yên cîhguhastina kargoyê ji bendera Mûmbayê bo Ermenistanê nêrînên xwe pevguhartine. Hema wê rojê jî hevdîtinên bîznêsmênên ermenî û hind derbaz bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button