H’emû nûçeSereke

64 kongrêsmên gihîştine wê projeyê, li gorî kîjanê gerekê Adirbêcanê ji piştgirîya leşkerî mqûf bihêlin  û  alîkarîya 15O mîlîyon dolara bidine Ermenîstanê û Arsaxê

64 endamên Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi namê berbirî serokê komîsîya piştgirîyê bûne û hîvî kirine ku alîkarîya leşkerîye bona Adirbêcanê bidine sekinandinê û alîkarîya 15O mîlîyon dolara bidine Ermenîstanê û Arsaxê, bona ku ew krîzeyên ji alîyê Adirbêcanê û Tirkîyayêda sazkirî altkin.

Derheqa wê yekêda ji ofîsa data Ermenî ragîhandine.

Kongrêsmêna ew yek şirove kirine û dane dîyarkirinê,  wekî pêşnîyara wan bi wê yekêva tê  şirovekirinê ku ew alîkarî wê  hevkarîya Ştatên Yekbûyî û Ermenîstanêye stratêcî bide qewînkirinê, hazirîya amêrîkîya bide qewînkirinê û tehsîrê li Ermenîstanê û herêmê bide berfirehkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button