H’emû nûçeSereke

Arsax xêncî mafê xweqirarbûnê rêyeke başqe nabîne: Arayîk Harûtyûnyan

Ermenîyên Arsaxê rojeva aşîtîyê qebûl dikin û xêncî rêye xweqirarbûnê alîkî mayîn nabînin.

Li gorî ragîhandina Armênprêssê, wextê hevdîtina tevî Nîkol Paşînyanê serokwezîr, serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan gotîye.

«Bona wê yekê ez dixwezim razalixîyê elamkim bona wê fikirê, wekî her têma, her dokûmêntek gerekê tevî serokatîya Arsaxê bê gotûbêjkirinê û ew yek gerekê li gorî fikirdarîya cimetêbe. Ez dixwezim bêjim, wekî rêke başqe nabe. Emê şerkarîya  sîyaysîye wededirêj mîyaserkin. Pirsa bêqezîyabûnê roja îroyîn ya here girînge»,- serokê Arsaxê gotîye û serda zêdekirîye, wekî bi navçîgarîya aşîtîparêzên rûs qewînbûn saz bûye, ya ku roja îroyîn mecalê dide ku beranamên sosîyal-êkonomîkî gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button