SerekeSîyasî

Dêlêgasîya Îraqêy derecebilind, ya hêzên bêqezîyabûnê, nava hevtêda cara duem çûye Şengalê

Nava deh rojên dawîda dêlêgasîya hêzên îraqîye derecebilind cara duem çûye li nehîya êzdîyaye Şengalê.

Nava teşkîla dêlêgasîyayêda bûne gênêralê eskerê Îraqê Ebdul Emîr Yar Alah, cîgirê fermandarê hêzên yekbûyî Ebdul Emîr Şamarî û çend frmandarên mayîn.

Anegorî melûmetîyên prêssa îraqî, armanca seredanê ew bûye, ku dîna xwe bidine halê li herêmê.

21-ê nîsanê jî ew dêlêgasîya çûbû Şengalê, ku cîda rastî fermandarên leşkerî bê û pevçûyînên li wir gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button