H’emû nûçeSereke

Ermenîstan ji wê yekê natirse ku nava xerîtada xwe nebîne

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kirîye wekî nava pêvajoya rastkirina sînorada wê xerîtên sala 1918-a hetanî sala 1991-ê bidine xebatê û wekî li gorî hinek xerîtên salên 1918-192O-î giva Yêrêvan, Syûnîk nava teşkîla Adirbêcanêdanin.Ajansa Armênprêssê hîvî ji ji wezîrê Ermenîstnêyî karên der Ararat Mîrzoyan kirîye ku van elametîya şirove bike.

«Em ne dijî lêkolînkirinên xerîtane. Lê gelo bona çi gerekê bi sedsala 2O-va tenê ser hevda bînin. Meriv dikare ji dema pêşîya Mesîh destpêke, yan jî hêna Hêrodotos bîne ber çeva, yan jî derheqa wedê pêşîya Mesîh  yê sedsala ewil bîne ber çeva û gelek meselên wî cûreyî meriv dikare raber bike. Ermenîstan ji wê yekê natirse ku wê nava wan xerîtada xwe nebîne.

Komara Ermenîstanê difikire, wekî xebata ku gerekê bê kirinê, gerekê li ser hîmê xerîtên bi qewata hiqûqî bê hîmdanînê»,- wezîrê karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button