H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan rastî Êntonî Blînkên hatîye: dêklarasîya hevfemkirinê hatîye îmzekirinê

Li Waşîngtonê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî karên der Êntonî Blînkên hatîye.

«Dengê Amêrîka»-ê ragîhandîye wekî wextê hevdîtina herdu wezîra, dêklarasîya hevfemkirinê hatîye îmzekirinê.

Derheqa hevdîtinêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan mîkrobloga xweye Twittere da nivîsîye. « Hevdîtineke gelekî kardar tevî Êntonî Blînkên derbaz bû. Ez şame, ku ez vegerîyame Waşîngtonê bona ku hevkarîya meye  qewîn , ya tevî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî  îzbatkin. Nava sê dehsalîyên dawîda hevkarîya Ermenîstanê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ya kardar bûye, ya ku li ser  qedirgirtina qîmetîyên dêmokratîyayê, mafên mêriv û li ser qîmetîyên hesabhildana bilindaya qanûnê hatîye hîmdanînê»,- Ararat Mîrzoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button