H’emû nûçeSereke
Di derbarê careke mayîn dîyarkirina sînorê di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda tu gotûbêjkirin yan jî pevketin tune

Çawa bersiva pirsa prêssayê, berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye wekî di derbarê careke mayîn dîyarkirina sînorê di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda tu gotûbêjkirin yan jî pevketin tune. Rojevêda pirsa wî cûreyî tune.
Nava doranên pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê hevdîtina wekîlên herdu welataye mayîn wê 3-ê gulanê li Vîyênayê derbazbe.
Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan û baylozê Tirkîyayêyî berê Serdar Kilic cara ewlin 14-ê meha çile li Moskvayê , lê cara duem 24-ê sibatê li Vîyênayê rastî hevdu hatine.