H’emû nûçeSereke

Li Fransîyayê derheqa qeydê dinîyayêyî nû, yê piştî êmbargoya dijî Rûsîyayê, gilî kirine

Êmbargoya rojavayê bûye menî, ku Rûsîya ji sîstêma navneteweyî der bikeve, lê ew yek wê qayîlîya navneteweyî bide teribandinê, ya ku nava dehsalîyên dawîda hatibû sazkirinê.Derheqa wê yekêda Armênprêssê ragîhandîye.

«Rûsîyayê qampa xwe sazke, ya ku wê ji ya Rojavayê diha qewatirbe û ewê bi saya yekîtîya Çînistanê û gelek welatên mayîn biqewime»,-gotara  rojnama fransîye  Le Figaroyê da hatîye nivîsarê, û serda hatîye zêdekirinê,wekî piştî şerê li Ûkraînayê qeyde-qanûnên li dinîyayê wê bêne guhartinê.

Piştî destpêkirina opêrasîyona Rûsîyayêye li Ûkraînayê, welatên Rojavayê sanksîyayên xwe, yên dijî Moskvayê dane zêdekirinê. Gavên sînorkirinê diha gelekî dijî sîstêma banka û têknolocîyên bilindin.

Gelek brênda elam kirine ku ew şuxulkarîyên xweye li Rûsîyayê digrin û ji sûka Rûsîyayê dûr dikevin.Li Moskvayê ev sanksîya çawa şerê êkonomîkî qîmet kirine, lê dane dîyarkirinê ku ew bona bûyarên wî cûreyî hazirin. Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê ragîhandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button