SerekeSîyasî

Serokwezîrê Îraqê û Barzanîyê lîdêr halê piştî êrîşa bi rokêta gotûbêj kirine

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî bi têlefonê tevî lîdêrê kurd Mesûd Barzanî qise kirîye,wextê kîjanê halê piştî êrîşa bi rokêta, ya li provînsîya Hewlêrê, hatîye gotûbêjkirinê.

Hatîye ragîhandinê, wekî gilî derheqa êrîşa roja yekşemêdane, wextê kîjanê fabrîka matêrîyalên neftê, ya li nehîya Xebatê, bûye hedef.

Nava elametîya ştaba Barzanîyê lîdêrda hatîye dîyarkirinê, wekî serokwezîr gotîye lîdêrê kurd ku hêzên îraqî wê gunehkara li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.

Qisa bi têlefonê piştî çend seheta, piştî êrîşê, derbaz bûye.Em bêjin, wekî şeş rokêt berbi wê fabrîkayê hatine berdanê, rûyê çida têrmînaleke wêye sereke agir pêk ketîye.

Rokêt li provînsîya Nînêvîyayê hatine berdanê, li kîderê rezedilvanên Îranêva girêdayî cîharbûyîne. Tu grûpek ew cabdarî hilnedaye ser xwe.

Encûmana Kurdistanêye bêqezîyabûnê eşaretî daye, wekî gunehkar wê li ber cabdarîyê bêne sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button