H’emû nûçeSereke

Himberî sala derbazbûyî hejmara daxwezên bona bûyîna welatîyên Ermenîstanê sê cara zêde bûye

Himberî sala derbazbûyî hejmara daxwezên bona bûyîna welatîyên Ermenîstanê sê cara zêde bûye. Derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirinên li parlamêntê, cîgirê serokê polîsîyayê Ara Fîdanyan gotîye, yê ku bersiva wê pirsê daye ku îsal mehên adarê û nîsanê hejmara wan meriva çiqas bûye, yên ku xwestine bibine welatîyên Ermenîstanê.

Cîgirê serokê polîsîyayê daye dîyarkirinê, wekî sala 2O21-ê 8591 meriv xwestine bibin welatîyên Ermenîstanê, ji kîjana 1611 meriv nava sê mehên ewlinda erzên xwe dane. Nava sê mehên sala 2O22-a ye ewlinda 32O6 erze hatine stendinê, lê ji 1-ê meha çileda hetanî 2O-ê nîsanê 4696 erze hatine stendinê. Bi gotina Fîdanyan hejmara wan meriva sê cara zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button