H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan û Blînkên fikir dora destpêkirina hevraxeierdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pevguhartine

Wezîreta Ermenîstanêyî karên der bi hûrgilî derheqa hevdîtina wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Ştatên Yekbûîyî karên der Êntonî Blînkên raber kirîye. Armênprêssê nava elametîya xweda daye dîyarkirinê:

 “2-ê gulanê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Ştatên Amrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên hatîye.

Wextê hevdîtinê hatîye dîyarkirinê, wekî alîya nava salên derbazbûyîda hevkarîya qewîn li ser hîmê dêmokratîyayê, parastina mafên mêriv û qîmetîyên tomerî îzbat kirine. Ararat Mîrzoyan piştgirîya Ştatên Yekbûîye bona qewînkirina dêmokratîyayê, pêşkeftinê û şerkarîya dijî ruşetxwerinê girîng hesab kirîye. Êntonî Blîkên sirîya xweda werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê bilind qîmet kirîye û derheqa piştgirîya amêrîkîda daye dîyarkirinê.

Ararat Mîrzoyan tabîya Ştatên Yekbûîye nava pirsa naskrina komkujîya Ermenîda bilind qîmet kirîye û elmetîya  Co Baydêne derheqa wê yekêda girîng hesab kirîye. Xeberdan usa jî derheqa bêqezîyabûna navneteweyî û herêmêda çûye.

Alîyê ermenî halê li Herêma Qafqasîya Başûr raber kirîye.Fikir dora peymana aşîtîyê, yên derheqa destpêkirina hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcnêd hatine pevguharstinê. Mîrzoyanê wezîr derheqa cedandinên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda, yên bona helkirina pirsgirêka Qerebagê, çawa hemsedira koma Mînskê daye dîyarkirinê.

Dawîya hevdîtinê Ararat Mîrzoyan û Êntonî Blînkên dêklarasîya hevfemkirinê, ya di navbera Ermenîstanê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda, ya derheqa hevkarîya nava goveka ênêrgîya atomîda, hatîye îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button