H’emû nûçeSereke

Serokê parlamêntê krîzeyê sîyasîye li welêt nabîne

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan hesab nake ku li welêt krîzeya sîyasîye hundur heye. Derheqa wê yekêda Alên Sîmonyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye û daye dîyarkirinê, wekî ew hêzên sîyasî, yên ku wextê hilbijartinên parlamêntîyêye sala 2O21-ê binketine, niha bêyî tu pêşnîyara dicêribînin telîhevbûnê sazkin.

“Bona min zelale, wekî welatîyên me  bijartina xwe kirine û dixebitin ji gavên wî cûreyî paşda bimînin”,- Sîmonyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî ew halê sîyasîyî sert li welêt nabîne.

Çi ku derheqa hevkarîyêdane, serokê parlamêntê daye dîyarkirinê, wekî gelek cara hatîye gotinê, ku ew pêşnîyar dikin tevî opozîsîyayê hevkarîyê bikin.

“Ez difikirin wekî ew wê rojevê înkar dikin, çimkî bi wê yekê bona wan  hesarê çêbe. Heger gotina wane sîyasî heye bona wê yekê sera parlamêntê heye”,- Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button