H’emû nûçeSereke

Wê çi bibe heger fraksîyayên opozîsîyon mandatên xwe daynin: Vladîmîr Vardanyan dide zelalkirinê

Heger herdu fraksîyayên opozîsîyon mandatên xwe daynin tu tişt wê neqewime. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîsîya parlamêntêye pirsên hiqûqî Vladîmîr Vardanyan gotîye.

“Rûyê kirina parlamêntvanekî yan jî çend parlamêntvana, şuxulkarîya parlamêntêye herroje nikare bê teribandinê.Ew yek helkirina here baş nîne, ya ku  anegorî pêşdaçûyînên dêmokratîk nîne. Bînin ber çevê xwe ku fraksîya kêmjimar ji parlamêntê derdikeve û ev yek belavkirina parlamêntê pêşda tîne.Ev yek dide kifşê, wekî her dem dikarin kirîze pêşda bên,yên ku li gorî modêla serkarîkirina parlamêntê nînin”,- Vardanyan gotîye.

Bi gotina parlamêntvan, sera parlamêntê, sera dîyaloga tevî opozîsîyayêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button