H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan û serokwezîrê Gurcistanê pirsên derheqa bêqezîyabûna herêmîda gotûbêj kirine

Nava doranên seredana xebatêye li Gurcistanê sêkrêtarê encûmana Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan rastî serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî hatîye.

Ji ofîsa Armên Grîgoryan ragîhandine, wekî ewî slavên serokwezîrê Ermenîstnê Nîkol Paşînyan gîhandine serokwezîrê Gurcistanê. Herdu alîya jî pêwandîyên Paşînyanê serokwezîr û Garîbaşvîlîyê serokwezîr bilind qîmet kirine û bi hêvîdarî dane dîyarkirinê, wekî ew yek wê usa jî derbazî ser hevkarîya ermenîya-gurca bibe.

Armên Grîgoryan pêvajoya şuxulkarîyên pirsgirêka Qerebagê û pêwandîyên ermenîya-tirka raber kirîye. Usa jî  cêrge pirsên halê bêqezyabûna herêmîda hatine gotûbêjkirinê.Halê li Ûkraînayê jî û tehsîra wêye li ser herêmê merkeza guhdarîyêda bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button