SerekeSîyasî

Mêxanîzma koordînasîyon bangî partîyayên kurda dike, ku kandîdatîya serokê  Îraqêra qayîlîya xweye tomerî bidin

Mêxanîzma şihîyaye koordînasyîon berbirî partîyayên kurdaye sîyaysî bûne û hîvî kirine ku nava pirsa hilbijartina serokê Îraqê bighîjine qayîlîyê  bo ku hesara sîyasî ser hevda bê.

Gilî derheqa wê yekêdane, wekî di navbera Yekîtîya Niştîmanperwarên Kurdistanê û  Partîya Kurdistanêye Dêmokratîkda hevraqayîlnebûn rûyê wê yekêda hene,  ku kê gerekê bibe serokê Îraqêyî bi sirê. Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk çawa kandîdatê xwe Rêber Ahmed pêşda kişandîye û bi wê yekê dijî kandîdatê Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê Berhem Salih derketine, yê ku niha jî qulixa serokê Îraqêdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button