H’emû nûçeSereke

Meremê opozîsîyayê ne ku xilazkirina Qerebagêye, lê guhartina desthilatdarîyêye :Artûr Hovhannîsyan

Meremê opozîsîyayê ne ku xilazkirina Qerebagêye, lê guhartina desthilatdarîyêye. Ew dixwezin bêne li cîhên me. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê fraksîya «Peymana sîvîl», ya li parlamêntê, Artûr Hovhannîsyan gotîye.

Bi gotina parlamêntvan, opozîsîya tenê bangên derheqa saxlemîya Qerebagêda belav dike, lê ji wê yekê derbaztir nabe: «Li soqaqên Yêrêvanê ala Qerebagê darda dikin, lê ew nikarin Qerebagê xilazkin. Meremê wan tiştekî mayîne»,- Hovhannîsyan gotîye.

Bi dayîna bersiva wê pirsê ku gelo desthilatdarîya niha wê pirsgirêka Qerebagê tevî opozîsîyayê gotûbêjke, yan na, Hovhannîsyan bîr anîye wekî çendik-çend cara gotine opozîsîyayê ku gazî wan dikin bona ku nasîya dokûmêntên cuda-cuda bidine wan, yên ku hê nehatine belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button