H’emû nûçeSereke

Nava pirsa destpêkirina hevraxeberdanên dora «Xalên 5+6» da him Adirbêcan û him jî hevkarên navnetewî bi femdarî nêzîk dibin: sêkrêtarê encûmana bêqezîyabûnê

Sêkrêtarê encûmana Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan elam kirîye ku ewî nedîtîye wekî Adirbêcan eşkere pêşnîyara Ermenîstanêye ji şeş xala înkarke.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî piştî civîna hukumatê wextê qisa tevî rojnamevana Armên Grîgoryan bîr anîye, wekî piştî pêşnîyara Adirbêcanêye ji pênc xala bersiva Ermenîstanêye ji şeş xala hatîye raberkirinê.

«Bona Ermenîstanê xalên Adirbêcanêye pêşnîyarkirî yên qebûlnekirinê nîbûne. Ermenîstanê nava şeş xalên xweda jî pêşnîyar kirîye, wekî pirsgirêka Qerebagê gerekê bê helkirinê bona ku mecal hebe bighîjine aramîyê. Niha nêzîkbûna me ewe, ku wan xala bighînine hev û hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyê destpêkin, bona ku helkirina pirsgirêka Qerebagêye wededirêj bibînin»,- Grîgoyan gotîye.

Bi gotina sêkrêtarê encûmana bêqezîyabûnê, Ermenîstanê elam kirîye wekî pirsa here sereke ewe, ku pirsên welatîyên Arsaxêye bêqezîyabûnê, parastinê û mafên wan bêne helkirinê û li gorî wê jî statûsa Qerebagê bê sazkirinê.

«Nava  wê yekêda min înkarkirin nedîtîye. Nava gotûbêjkirinên meda wekî wan herdu desta gerekê bighînine  hev ku hevraxeberdana destpêkin, femdarî heye.Ew femdarî him li alîyê azêrîya û him jî li cem  hevkarên navnetewî heye. Destpêkirina hevraxeberdanên dora wan xala, nêzîkbûna lêgîtîme û me ew femdarî dîtîye»,- Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button