H’emû nûçeSereke

Zagona desteserkirina mal û milkên derqanûnî wê bê berkkirin: doz li dadgehê tên rawestandin

Hukumata Komara Ermenîstanê di Qanûna Desteserkirina Malên Ku Eslê Derqanûnîdanin guhartineke nû pêşniyar dike. Pêşnûmeya guhartinan ji aliyê wezîrê edaletê Karên Andrêasyanda li civîna hukumatê hatîye pêşkêşkirin. Wezîr, weke pêveka sereke ya qanûnê, behsa berfirehkirina lîsteya nevsên fermî kir, ku li dijî wan dozên mulkiyetê tên destpêkirin. Ewî got ku ji nava 200 lêkolînanda 8 doz li ser 42 mîlyard dram radestî dadgehê hatine kirin û lêpirsîna heman hejmara dozan bi dawî bû. Înîsyatîvek heye ku li ser dozekê li hev bên. Serokwezîr bîr anîye ku di dema însîyatîva peymanêda qanûn pêşbînî dike ku ji sedî 75-ê nirxê mal û milkên neqanûnî radestî dewletê bê kirin û ji sedî 25 jî ji bo kesên ku beşdarî dozê bûne bê hiştin. Hikûmetê pêşnûme erê kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button