Keça kurd nava dîroka Şotlandîyayêda bûye mihacira ewlin, ya ku cîhê xwe nava şêwira bajarê Glazgoyêda girtîye.
Roza Saliha 33 salî derheqa hilbijartina xweda elam kirîye, ya ku ewê Twittere da raber kirîye.
Ew cotmeha sala 2OO1-ê ji Kurdistanê cîguhastî Şotlandîyayê bûye, dema ku ew 12 salî bûye. Pêşda ewê kampanîya bona parastina mafên mîgranta kirîye û klûba keçên Glazgoyê mezirandîye, dema ku ewê li mektebê dixwend.
«Zarotîyêda ez çawa mihacir hatime Glazgoyê.Lê niha ez nava şêwira bajêrda hatime hilbijartinê, bona ku ez wî bajarê baş raber bikim, kîjanê ez hiz dikim»,- Salihê Twittere da nivîsîye.
Wezîrê Şotlandîyayêyî ewlin Nîkola Stêrcên ew pîroz kirîye.
Roza Salih usa jî hîmdara dostîya Şotlandîyayê û Kurdistanêye, ya ku bi parastina mafên kurdên Îraqê, Sûrîyayê, Îranê û Tirkîyayêva mijûl dibe.