H’emû nûçeSereke

Nava pêşnîyarên bona Adirbêcanê me daye dîyarkirinê, wekî  bêqezîyabûna arsaxîya qirarkirina statûsa mafên wan hebin: Grîgoryan  

Nava pêşnîyarên Adirbêcanêda derheqa bêqezîyabûna Qerebagê û welatîyên wan û usa jî pirsa parastina mafên wan nehatîye dîyarkirinê. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmana bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana,  hîvî kirine ku pêşnîyarên alîyê ermenî kîjanin.

«Bersiva meye hîmlî derheqa wê yekêda bûye, me jî pêşnîyarên xwe raber kirine û me pêşnîyar kirîye ku desta pêşnîyarên Adirbêcanê û Ermenîstanê bighînine hev û hevraxeberdanên bona aşîtîyê destpêkin. Ji alîyê civaka navnetewî û usa jî ji alîyê Bekûyêda hatîye qebûlkirinê, wekî ew herdu desta dokûmênta gerekê bighînine hev û hevraxeberdana destpêkin»,- ewî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku  nava pêşnîyarên Ermenîstanêda gelo pirsa xweqirarbûna Arsaxê heye, Armên Grîgoryan gotîye: «Nava wan pêşnîyarada pirsa bêqezîyabûnê û mafa heye û usa jî derheqa pirsa statûsê hatîye dîyarkirinê, bi kîjanê gerekê mecal hebe wekî ew pirs bê helkirinê.Em dibêjin wekî bêqezîyabûn û maf wê statûsê qirarkin.Vî  alîda em hîvîyêne, ku gotûbêjkirinên diha întênsîv wê hebin.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo bona desthilatdarîya Ermenîstanê tiştê qebûlkirinêye ku garantîyayên bêqezîyabûn û mafê binelîyên Arsaxê bêne dayînê, lê Arsax nava teşkîla Adirbêcanêdabe, Armên Grîgoryan gotîye, wekî heger garantîyayên usa hebin, gerekê gotûbêj bikin ku ewê çi cûreyî bêne xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button