H’emû nûçeSereke

Paşînyan  serokê Rûsîyayê û serokwezîr pîroz kirine

Bîranîna paşerojê me dide borcdarkirinê ku em pêwandîyên ku gihîştine me bidine qewînkirinê û pêwandîyên ermenîya-rûsa boy  cimetên  welatên me bidine pêşxistinê. Girêdayî 77-salîya cejina Serkeftinêra, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi pîrozbahîyê berbirî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bûye.

«Roja îroyîn em bi razîbûna bê sînor wan hemû meriva bîr tînin, yên ku emekê xwe kirine nava îşê gihîştina aramîyê, em tevbûyên  şêr qîmet dikin û razîbûnê elamî wan dikin.Qehremanî û mêrxasîya wan wê her dem dilê meda bimînin»,- nava pîrozbahîya ser navê Vladîmîr Pûtîn hatîye dîyarkirinê.  

«Bi wê yekêva tevayî, Paşînyan usa jî pîrozbahî ser navê serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn şandîye, kîjanêda daye dîyarkirinê, wekî bîranîna serkeftinê borcdar dike, ku pêwandîyên dostîyê gerekê bêne pêşxistinê û qewînkirinê.

Girêdayî roja 9-ê gulanêra, serokwezîrê Ermenîstanê pîrozbahî usa jî ser navên serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko, serokê Tirkmênistanê Serdar Bêrdîmûhamedov, serokê Qazaxstanê Qasim Comert Tokayêv, serokê Qirqizstanê Sedir Caparov, serokê Tacîkstanê Êmomalî  Rehmon, serokê Ûzbêkîstanê Şefket Mîrzoyêv, usa jî serokê Qazaxstanêyî ewlin Nûrsûltan Nazarbayêv, cîgirê serokê encûmana bêqezîyabûna Rûsîyayê Dmîtrî Mêdvêdêv şandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button