H’emû nûçeSereke
Li mûzêya Nîdêrlandaye Drênsê wê pêşengeha bi sernavê “Xiznên ji Ermenîstana kevinar” bê vekirinê
Li mûzêya Nîdêrlandaye Drênsê, ya li bajarê Assênê, ji 11-ê meha gulanêda, wê pêşengeha bi sernavê “Xiznên ji Ermenîstana kevinar” bê vekirinê.
Armênprêssê ragîhandîye, wekî ji wezîreta Ermenîstanêye kûltûrayê derheqa wê yekêda gotine, û ew pêşkêşî 3O salîya îzbatbûna pêwandîyên dîplomatîke di navbera Ermenîstanê û Nîdêrlanda kirine.
Wextê pêşengehê wê berevoka nimûnên kevinar ji mûzêya Ermenîstanêye dîrokê û usa jî parçekî gemîya Nuh, ya li mûzêya Êcmîyazînê, bibine wir. Nava wê berevokêda wê ji 15O –yî zêdetir nimûnên mûzêyê hebin.
Pêşengeh wê mecalê bide ku çanda Ermenîstanêye kevinare û dewlemend bidine eşkerekirinê.