H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide helkirina pirsgirêkên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda: Andrêa Vîktorîn

Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide helkirina pirsgirêkên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê, usa jî helkirina pirsên derheqa Qerebagê.Wextê prêss-konfêransa pêşkêşî 3O salîya îzbatbûna pêwandîyên Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanêye dîplomatîk, derheqa wê yekêda seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêa Vîktorînê gotîye.

Bi gotina Andrêa Vîktorînê, Yekîtîya Avropayê hazire nava wê pirsêda tiştên hê zêde bike, lê qirara di navbera herdu welatada gerekê bêne qebûlkirinê, çimkî Yekîtîya Avropayê nava wê govekêda navçîgare.

«Ew yek nade kifşê ku tu gerekê pêşnîyara bikî û helkirina bibînî. Ew yek dide kifşê, wekî tu gerekê atmosifêreke usa sazkî, bona ku herdu alî berbi helkirinên tomerî herin»,- Vîktorînê gotîye.

Ewê daye dîyarkirinê, wekî ewê her dem rastî alîya bên, fem bikin ku çi dikarin bikin bona ku nava hevraxeberdanada pêşkeftin hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button