H’emû nûçeSereke

Adirbêcan fikirdarîya usa çê dike ku li ser sivira hevraxeberdana tenê pêşnîyarên wê hebin, ew yek li gorî pevketinên li Bryûsêlê nîne: serokwezîr     

Wextê hevdîtina li înstîtûta Nîdêrlandaye pêwandîyên navnetewî, wextê xwendina lêksîyayê, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gavên bona çareserkrina bêqezîyabûna herêmî raber kirine.Ewî bi taybetî derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên tevî Adirbêcanê raber kirîye û derbarê mafên Qerebagê, usa jî dijwarîyên van axirîya, raber kirine.

«Gerekê vekirina komûnîkasîyayên li herêmê bi açixî bidine mîyaserkirinê bona ku rêyên tevî Adirbêcanê bixebitin.Me xeberdan tevî Tirkîyayê destpê kirîye û em qayîl bûne ku bêyî tu qewil-qirara bicêribînin pêwandîyên xwe bidine normalkirinê. Bêyî aktîvîya civaka navnetewî mecalên bona gihîştina açixîya hindikin.Em dixwezin ku civaka navnetewî dengê me guhdarke, bibîne ku merivên li Qerebagê roja îroyîn çawa dijîn yên ku bona  mafê xweyî bo jîyîna li welatê xwe şerkarîyê dikin.Roja îroyîn gelek sîstêmên navnetewî rûyê qedexa ji alîyê Adirbêcanêda nikarin herine Qerebagê»,-Paşînyan gotîye.

«Me pêşnîyarên Adirbêcnê lê nihêrîne û me dîtîye wekî bona me tiştên qebûlnekirinê tunene.Û heger alîyê azêrîya qayîle ku pêşnîyarên herdu alîya bighînine hev û hevraxeberdana destpêkin, wî çaxî em bona wê yekê hazirin. Lê ez bêjim, wekî van dawîya ji Adirbêcanê elametîyên usa tên bihîstinê, bi kîjana dicêribînin fkirdarîya usa sazkin, ku li ser sivira hevraxeberdana tenê pêşnîyarên Adirbêcanêbin.Ew yek ne li gorî pevketinên  Bryûsêlêye.Roja îroyîn ez gerekê careke mayîn îzbatkim, ku em bona hevraxeberdana hazirin.Pêşerojêda hevdîtina wezîrên herdu welataye karên der têra tê dîinê»,-Nîkol Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button