H’emû nûçeSereke

Adirbêcan sîyaseta agirêsîv hindava Ermenîstanêda mîyaser dike û dicêribîne femdarîya wê yekê li Rûsîyayê, li Rojavayê sazke: Paşînyan

Adirbêcan dicêribîne sîyaseta agrêsîv hindava Ermenîstanê û Qerebagêda mîyaserke.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li înstîtûta Nîdêrlandaye pêwandîyên navnetewî gotîye, wextê ku ewî bersiva pirsê daye.

«Mixabin, Adirbêcan sîyaseta agrêsîv hindava Ermenîstanê û Qerebagêda berdewam dike.Hûn zanin wekî li Qerebagê  aşîtîparêzên rûs hene. Pirsa dîplomatîya azêrîyaye van mehên dawî eve. Ew diçine Yekîtîya Avropayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û dibêjin, wekî Ermenîstan welatê bin bandora rûsadane, lê paşê jî diçine Rûsîyayê û li wir jî dibêjin ku Ermenîstan welatê bin bandora Rojavayêdane.Carina jî dibêjin, wekî li Ermenîstanê hukumat bi rîya şorişa rengîne ji alîyê Rojavayêda hatîye sazkirinê, ya ku dijî Rûsîyayêye»,- Paşînyan gotîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî merem ewe, ku him li Rojavayê û him jî li Rûsîyayê sîyaseta Adirbêcanêye agrêsîv sazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button