SerekeSîyasî

ŞAY wê piştgirîya hindava ciwanên li Herêma Kurdistanê berdewam bike

Konsûlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî li Hewlêrê Robêrt Paladîno derheqa rola ciwana û berfirehbûna êkonomîka Herêma Kurdistanêda xeberdaye û serda zêde kirîye, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê piştgirîya hindava ciwanên kurd berdewam bike.

Robêrt Paladîno wextê prêss-konfêransê elam kirîye, wekî ew tevî hukumata kurda dixebitin, bona ku Herêma Kurdistanê werguhêzî merkeza qewilên jîyana baş bikin.

«Emê piştgirîya  hindava ciwanên kurd berdewam bikin ya ku dixweze bîznêsa xwe bide berfirehkirinê»,- Robêrt Paladîno gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button