H’emû nûçeSereke

Serokê Adirbêcanê bi hazirîya serokê Şêwira Avropayê soz da ku komeke dîla aza berde, lê hetanî roja îroyîn ew yek nebûye: Paşînyan

Adirbêcan dicêribîne pirsa paşdavegerandina dîlên ermenî  bike pirsa kirîn-frotanê. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li înstîtûta Nîdêrlandaye pêwandîyên der gotîye, dema ku ewî bersivên pirsên hazira daye.

«Mixabin, nenihêrî elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î û gelek bangên sîstêmên navnetewî, welatîyên meye wextê şerê 44 roje dîlketî nehatine paşdavegerandinê û ew yek femdarî nîne. Wan meriva bi meremên sîyasî didine xebatê»,-Paşînyan gotîye.

Paşînyan bîr anîye wekî kengê wextê  têma dîla hate bilindkirinê, Adirbêcanê cêriband bona pevguhartina dîla xerîtên deştên mînkirî dewsê bidinê. «Û me dît wekî ew dicêribînin meriva xerîtara biguhêrin, me qirara sîyasî qebûl kir, wekî ji fikirdarîya merivatîyê ew kirîn-frotan ji fikirdarîya qîmetîyên me dere. Me hemû xerîte dane wan, em fikirîn wekî ewê gava hûmanîtarî biavêjin.Paşê Adirbêcanê elam kir ku ew xerîte yên rast nînin»,- serokwezîr gotîye.

Serokwezîrê Ermenîtanê ew yek girîng hesab kir, wekî civaka navnetewî gerekê derheqa vî halîda bizanibe. Ewî bangî civaka navnetewî kirîye ku berbirî Adirbêcanêbin bona ku meriva nekine pirsa kirîn-firotana merivaye sîyasî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button