
Şêwira bazirganîyê, ya Brîtanîya Mezin hindava opêrasyîyona Tirkîyayêye li başûrê Kurdistanê protêsto kirîye û daye dîyarkirinê, wekî rûyê wê yekêda krîzeya hûmanîtarî pêşda hatîye. Şêwirê name baylozê Tirkîyayêra, yê li Brîtanîya Mezin, şandîye.
«Em ji navê şêwira bazirganîyê berbrî we dibin û protêsto dikin. Li bakûrê Îraqê êrîşa dibine ser kurda. Em hesab dikin wekî opêrasîyonên leşkerîye li Tirkîyayê ne tenê krîzeya hûmanîtarî çê dikin, lê usa jî cîh bona têrorîstên DAÎŞ-ê çê dikin»,-nava namêda hatîye dîyarkirinê.







