H’emû nûçe
Pirsên girêdayî komîsîya dîyarkirin û kişandina sînorara, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, hatine gotûbêjkirinê /vîdêyo/
12-ê gulanê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, yê ku bi seredan çûbû Duşembê, rastî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov hatîye.
Wextê hevdîtinê pirsên girêdayî elametîyên sêalî, yên 9-ê mijdara sala 2O2O-î, 11-ê çileya sala 2O21-ê û 26-ê mijdara sala 2O21-ê, hatine gotûbêjkirinê.Usa jî pirsên komîsîya dîyarkirin û kişandina sînorara, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, hatine gotûbêjkirinê.
Derheqa pêwîstîya vekirina rêyên transportê û pêwandîyên êkonomîkîda hatîye dîyarkirinê.
Mîrzoyanê wezîr tabîya Ermenîstanêye hindava aramîya li herêmê û pêvajoya tevî Adirbêcanê raber kirîye.