H’emû nûçeSereke
Qayîlnivîsara bona normalkirina heleqetîya: Mîrzoyan derheqa dokûmênta tevî Bekûyê daye dîyarkirinê
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên derda xeberdaye û dokûmênta ku dikare bê îmzekirinê çawa “qayîlnivîsara normalbûna heleqetîya” nav kirîye.
Mîrzoyan îzbat kirîye,wekî Ermenîstan hindava mîyaserkirina pevketin û elametîya amine.
“Em hazirin hemû xebatên bi formatên niha, vekirina rêyên êkonomîkî û transportêye li herêmê, xebatên dora peymana aşîtîyê berdewam bikin.Wê diha rastbe bêjin qayîlnivîsara normalkirina heleqetîya”,- Mîrzoyan gotîye.
Mîrzoyan usa jî pirsa paşdavegerandina dîlên ermenî bilind kirîye.
«Întêrfaks» ê usa jî ragîhandîye, wekî wezîrê Adirêbcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov jî elam kirîye, wekî Bekû hazire li ser hîmê peymana aşîtîyê bixebite.