H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê şeş xalên bona normalkirina heleqetîyên tevî Adirbêcanê belav kirîye

Baylozê Ermenîstanêyî mexsûs  Êdmon Marûkyan weşana têlêvîzîyona Civakîda ew şeş xal raber kirine, kîjan Ermenîstanê çawa bersiva pênc xalên Adirbêcanêye raberkirî daye.

1.Xala yekêda hatîye dîyarkirinê, wekî 11-ê adarê pêşnîyara Adirbêcanê hatîye stendinê.

2.Dewekarîya Komara Ermenîstanê ya hindava topraxên Adirbêcanê tunebûye û tune.

3.Bona alîyê ermenîya pirsên  garantîya bêqezîyana ermenîyên Qerebagê, qedirgirtina maf û azayên wan û usa jî qirarkirina statûsa Qerebagêye dawî yên qebûlkirinêne.

4.Alîyê ermenî borcdarîyên li gorî elametîyên serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, yên 9-ê mijdarê, 11-ê meha çile, 26-ê mijdarê, girîng hesab dike /paşdavegerandina dîlên leşkerî, vekirina rêya/.

5.Alîyê ermenî hazire  hevraxeberdanên bona aşîtîyê destpêke, peymana derheqa normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, li ser hîmê qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, dêklarasîya navnetewîye mafên sîvîl, akta Hêlsînkîyê mor bike.

6. Bona teşkîlkirina hevraxeberdanên anegor, alîyê ermenî berbirî hemsedirên koma Mînskê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button