SerekeSîyasî

Ez şêwirê nadime Bekûyê ku bilîze, Rûsîya dikare pirsa statûsa heyîna Adirbêcanê pêşda bikişîne: Tarasov

Wextê şerê Qerebagêyî duem serkevtina Elîyêv dikaribû tunebûya, çimkî Rûsîya dikaribû pareskerên xweye li Gumirîyê li ser sînorên Qerebagê cîhwar bikirana û elam bikira ku gerekê şêr bidine sekinandinê, bona ku ssênara xebitandina qewatê bihata sekinandinê û alî berbi hevraxeberdanên edil biçûna. Nava mafên navnetewîda gotina wî cûreyî heye. Derheqa wê yekêda sîyasetmedarê rûs, pêşezanê Rojhilata Navîn û welatên Qafqasîyayê Stanîslav Tarasov gotîye.

«Moskvayê çend  mecalên girîng pêşkêşî Bekûyê kirin, bi saya kîjana nava şerê Qerebagêyî duemda ser ketin. Rûsîya dikaribû tevbûna Enqerê bi temamî înkar bikira, lê Rûsîya berbi wê yekê çû. Ji vir jî faktora aşîtîparêza ya bi wedê pênc sala pêşda hat, lê niha jî Bekû eşaretîyê dide wekî ew wedelû li wirin, lê emê peymanên Gulistanê û Tûrkmênçayê bîr bînin. Emê bîr bînin, ku ev toprax yên kêne. Ez şêwirê nadime Bekûyê ku ew lîstikên wî cûreyî bilîze. Ew gerekê bona tiştên stendî razîbin û gelekî fesal nêzîkî pirsa aşîtîparêzên rûs bibin.

Azêrî gerekê pevkevin û berbi ermenîya nenihêrin, ku tê bêjî ew ji ezmana  hatine. Ermenî cimeta vê herêmêne, dîroka wan ya kevinare. Gerekê pirsa gunda helkin, gerekê qirarkin ku bona ermenîyên  Qerebagê çi bikin. Heger ew welatîyên Adirbêcanêne, wî çaxî nêzîkbûna xwe biguhêrin, lê heger welatîyên Adirbêcanê nînin, wî çaxî statûsa anegor bidin. Ew dicêribînin bi gavên wî cûreyî hemûya bikine nava şaşîyê, çawa Rojavayê, usa jî Moskvayê. Ûkraîna îdî şaşbûîye. Gerekê halê li Qafqasîyayê negihînine xala dawîyê, ku Moskva hişîyarbe û ew jî derheqa mafê xweda elamke.

Qerebag sala 1813-a beşeke împêratorîya Rûsîyayê bû. Tu bixwezî-nexwezî ew yek usa bûye. Wî  çaxî Adirbêcan tunebû.Wî çaxî xantî hebûn, yên ku diketine nava împêratorîya Farizistanê.

Em dikarin pirsa statûsa heyîna Adirbêcanê nava hevraxeberdanên tevî Îranê pêşda bikişînin, kîjanê  gelek cara pirsa betalkirina peymana Tûrkmênçayê bilind kirîye. Nelazime wan lîstika bilîzin, gerekê zelalbin û gavên rast biavêjin»,- Tarasov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button