SerekeSîyasî

Li parlamênta Avropayê gef li Tirkîyayê xwerine ku heger ew dijî endamtîya Fînlandîyayê û Swdêye, nava NATO- ê da derkeve

Serokê fraksîya Avroparlamêntêye partîya Avropayêye miletîyê Manfrêd Vêbêr eşaretî daye wekî Tirkîya dikare nava NATO-ê da bê tenêhiştinê, heger ew dijî endamtîya Fînlandîyayê û Swêdê derkeve.

Heger herdu welat dixwezin bikevine nava NATO ê, wî çaxî Fînlandîya  û Swêd dibine beşeke wê û li wir pirsgirêk tunene.Bingeha usa tune, ku wê yekê bidine sekinandinê»,-ewî gotîye.

Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan pêşda elam kiribû, wekî Tirkîya hesab nake wekî wedeye ku Fînlandîya û Swêd bikevine nava NATO ê, yên ku bûne «mala  mêvana», bi taybetî bona Partîya Karkerên Kurdistanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button