
Komîtêya Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya dijî zêrandina, bangî Îraqê kirîye ku bi kardarî wê qanûnê bidine xebatê, bi saya kîjanê jin û keçên êzdîya bêne parastinê û piştgirtinê, yên ku nava barbarîyên DAÎŞ ê ra derbaz bûne.
Komîtêya organîzeyê raportên derheqa Kûbayê, Îslandîyayê, Îraqê, Kênîyayê, Çêrnogorîyayê û Ûrûgvayêda lê nihêrîne.
Nava beşa raportêye derheqa Îraqêda, qanûna Îraqêye derheqa jinên êzdîaye ku piştî şerê DAÎŞ ê sax mane hatîye silavkirinê.
Raportêda hatîye bangkirinê ku Îraq bi kardarî vê qanûnê bide xebatê, piştgirîyê bidin wan jinên êzdîya, yên ku nava barbarîyên DAÎŞ ê ra derbaz bûne.