H’emû nûçeSereke

Mixabin, Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bersiva usa nedaye hîvîya kîjanê bûn em: Paşînyan derheqa ketina hêzên azêrîyaye li topraxa Ermenîstanê gotîye

Wextê hevdîtina serokên welatên  endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pirsên derheqa hevkarîya welatên organîzeyê û bersivdayîna hêzên tomerîye nava krîzeyada xeberdaye. Armênprêssê ragîhandîye, wekî serokwezîrê Ermenîstanê razalixî elamî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn kirîye bona wê yekê wekî ewî civîn û qebûlkirina germ pêşkêşî 3O salîya organîzeyê  kirîye.

«Bêguman, hevdîtina me mecaleke başe ku em hinek gotûbêjkirina derheqa pêrspêktîvên organîzeya meda bikin. Serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko pirsên gelekî girîng derheqa hevkarîya welatên endamda bilind kirîye. Meriv dikare bêje wekî nava dîroka organîzeyêda tiştên baş gelekin, çimkî Organîzeya Peymana Kolêktîv faktora çareserkirina bêqezîyabûna herêmêye, lê em dibînin, wekî civîna îroyînda em ne tenê pirsên girêdayî 3O salîyêra bilind dikin, çimkî nava zona cabdarîya organîzeyêda hal gelekî sert bûye»,- Paşînyan gotîye.

«Çawa ku hûn zanin, sala derbazbûyî hema nava van rojada hêzên Adirbêcanê ketine topraxa Ermenîstana serbixwe. Ermenîstan berbirî organîzeyê bûye ku anegorî qanûndlarîya organîzeyê mêxanîzmên anegor bidine xebatê. Mixabin, em nikarin bêjin wekî organîzeyê bersiva usa nedaye, hîvîya kîjanê bûn em.Wedekî dirêj me pirs bilind kirîye wekî ji alîyê welatên organîzeyêda sîliha difroşine welatê nedost û ew sîlih dijî Ermenîstanê û cimeta ermen hatine xebitandinê.

Bi rastî gotî, bersiva welatên  endamên organîzeyê, ya wextê şerê sala 2O2O-î û piştî şêr, Ermenîstan û cimeta wê şa nekirîye, lê ez dixwezim rola serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn ya girîng, ya nava sekinandina şerê li Qerebagê bidime dîyarkirinê.Ermenîstan çawa endama organîzeyê bona pêşkeftina wê amine. Em bi başî difikirin, bona ku bi temamî piştgirîyê bidine organîzeyê û pêşkeftina wê», Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button