Bi formata onlayn civîna komîsîyayên parlamêntîyê ya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv derbaz bûye
Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Hakob Arşakyan 17-ê gulanê bi formata onlayn beşdarî civîna komîsîyayên parlamêntîyê ya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, yên pirsên sîyasî û navnetewî, parastinê û bêqezîyabûnê, sosîyal-êkonomîkî, bûye.
Beşdarî civînê bûne usa jî endamên dêlêgasîya Ermenîstanêye nava parlamênta organîzeyêda Andranîk Koçaryan, Gêvorg Papoyan, Alêksêy Sandîkov û Şîrak Torosyan.
Cîgirê serokê parlamêntê derheqa civîna organîzeyêye rojekê pêşda derbazbûyî xeberdaye. Bi qîmetkirina Arşakyan, serokên welatên endam pirsên organîzeyê gotûbêj kirine û derheqa destanîn û kêmasîyada dane dîyarkirinê.
Wextê civînê gavên şerkarîya dijî têrorîzma navnetewî, pêrspêktîvên şuxulkarîya parlamêntîyê û pirsên rojevêye mayîn hatine gotûbêjkirinê.