H’emû nûçeSereke
Projeya çêkirina merkeza hemcîhanêye kirîn- frotanê, ya li Yêrêvanê, hatîye raberkirinê
Nîkol Paşînyanê serokwezîr serokê asosîyasîya hemcîhanî, ya merkezên kirîn-frotanê Robîn Van Pûyênbrok, hîmdarê hevaltîya învêstîsyîon “RÊNŞÎN” ê Êdûard Marûtyan û serokê hevaltîyê Lêvon Kasparov qebûl kirine.
Wextê hevdîtinê ew proje hatîye raberkirinê, li gorî kîjanê gerekê li Yêrêvanê merkeza kirîn-frotanêye hemcîhanî bê çêkirinê, ya ku layîqî begemîya organîzeya hemcîhanêye kirîn-frotanê bûye.
Paşînyanê serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî hukumat hindava wê projeyêda hewaskare û pêşnîyar kirîye gotûbêjkirina berdewam bikin, bona ku mecalên mîyaserkirina projeyê qîmetkin û “Xerîtê rê” hazirkin.