H’emû nûçeSereke

Têlêvîzîyona ŞAY: pirsa dûrxistina Tirkîyayêye ji endamtîya NATO-ê tê gotûbêjkirinê

Bona dijîderketina Tirkîyayê, ya dijî endamtîya Fînlandîyayê û Swêdêye nava NATO -ê da dikare Tirkîyayê ji endamtîya NATO-ê bide derxistinê. Derheqa wê yekêda xebatkarê têlêvîzîyona amêrîkîye bi nav û deng Dêyvîd Andêlman gotîye.

Bi gotina wî, gelek fikir hebûne, bona ku Tirkîyayê ji NATO-ê bidine derxistinê, bi taybetî piştî wê yekê, dema ku Enqerê ji Rûsîyayê sîstêmên parastina hewê, yên S- 4OO kirîn.

Bi wê yekêva tevay Andêlman daye dîyarkirinê,wekî gava wî cûreîye ji alîyê NATO- ê da dikare ser wan giran rûnî, çimkî ew yek dikare tabîyên wane stratêcî li herêmê bide zeyîfkirinê. Bi gotina Andêlman, hindik meriv hazirin berbi rîska wî cûreyî herin, çimkî eskerê Tirkîyayê nava NATO- ê da bi mezinaya xwe yê dueme û ew Bosfora stratêcî kontrol dike û rîya wêye berbi behra Reş heye.

Feqet gelek meriv difikirin îdî  kandîdata bona wê rolê heye û ew yek  Yûnanistane tevî Qibrisê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button