H’emû nûçeSereke

Hevdîtinên Ararat Mîrzoyan li parlamênta Avropayê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Bryûsêlê rastî cîgira serokê parlamênta Avropayê Êva Kopaçê hatîye.

Hatîye ragîhandinê, wekî pirsên derheqa berfirehbûna hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê hatine gotûbêjkirinê.Êva Kopaçê werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê bilind qîmet kirine û derheqa piştgirîya hindava wanda daye dîyarkirinê.Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî nava sala îsalinda hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê gelekî aktîv bûye. Pirsên bêqezîyabûna herêmê jî hatine gotûbêjkirinê. Mîrzoyanê wezîr tabîya Ermenîstanêye nava aşîtî û qewînbûna herêmîda û pirsgirêka Qerebagêda raber kirîye. Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê çûye.

Wezîrê karên der usa jî rastî Andrêy Kovaçyêv, Fabîyo Masîmo Kastaldo û parlamêntvanên Avropayêye mayîn hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button