H’emû nûçeSereke

Paşînyan di mijarên navxweyî de xwe dispêre vîna gel: sêkrêtarê şewira beqezîyabûnê nûçeyên ku di xwepêşandanan de daxwaza alîkarîyê ji rêberên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv  kirine red dike

Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan totinên ku dibêjin serokwezîr Nîkol Paşînyan di serdana xwe ya vê dawîyê ya Moskowê de ji serokên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv  piştgirî xwestiye, girêdayî mîtîng û çalakîyên bêîteatîyê yên li Ermenîstanê red dike.

Li gorî nûçeya Armenprêssê, piştî rûniştina civîna hukumetê di brîfînga li gel rojnamevanan de, bi taybetî behsa mijarê kir:

“Di demên dawî de li ser asta navneteweyî lehîya nûçeyên derew ên derbarê serokwezîr de zêde bûye. Bi awayekî xwezayî ev nûçe derewin. Dixwazim bibêjim ku serokwezîr Paşînyan di hemû mijarên sîyasî yên navxweyî yên Ermenistanê de hertim xwe dispêre vîna gelê ermenî. Di dema krîza giran a piştî 9-ê mijdarê hat afirandin jî, tenê xwe spart îradeya gel, çareserîya krîzê di çarçoveya kapasîteyên sazîyên sîyasî yên hundirîn de dît.”

Sekretêrê şêwira bêqezîyabûnê di derbarê kiryarên neguhdarîya dijbereyê de tekez kir ku organîzatorên xwenîşandanan zêdetirî mehekê ye ku mafê xwe yê li darxistina xwepêşandanan bi kar tînin û di çarçoveya qanûnê de kontrola wan ji aliyê polîsê Ermenîstanê ve tê kirin.

“Eşkere ye ku xwepêşandanên ku ji alîyê muxalefetê ve tên organîzekirin, ji raya giştî re nayên lidarxistin. Grîgoryan wiha got: “Xwezî em çareserîya xwenîşandanan tenê bi rê û rêbazên sazûmanî yên sîyasî yên navxweyî yên Ermenîstanê dibînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button