Wezîrê Kurdistanêyî pêşmerga Şoriş Îsmayîl rastî wekîlê eskerê amêrîkî Patrîk Dûglas hatîye.
Wextê hevdîtinê usa jî cîgirê wezîrê pêşmerga Serbest Lezgîn hazir bûye, li kîderê pirsên koordînasîyakirin û hevkarîya di navbera wezîreta pêşmerga û şêwirmendên Ştatên Yekbûîye leşkerîda hatine gotûbêjkirinê.
Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheqa prosêsa rêformên nava wezîreta pêşmergada çûye.
çûye.