Nava du namên cudada, yên serokê Herêma Kurdistanê, çend pêşnîyar hatine raberkirinê. Wekîlê Îraqê jî piştgrî daye hîvîkirina Nêçîrvan Barzanî.
Nava herdu namada Nêçîrvan Barzanî hîvî kirîye, ku Organîzeya Netewên Yekbûyî piştgirîyê bide derbazkirina hilbijartinên parlamêntîyêye li Kurdistanê, yên ku wê meha cotmehê derbazbin. Hîvîkirina Nêçîrvan Barzanî ji alîyê Organîzeya Netewên Yekbûyîda hatîye qebûlkirinê .Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûîye li Îraqê Canîn Hênîs Plasçêrtê jî elam kirîye,wekî Îraq niha nava krîzeya sîyasîdane. Ewê gotîye, wekî rûyê tunebûna yekîtîya di navbera partîyayên li Kurdistanê zîyan dighîje pêvajoya sîyasî.