H’emû nûçeSereke

Dokûmêntên ku Ermentanê û Adirbêcanê pêşnîyar kirine gerekê bighînine hevdu û nava encamên wê yekêda hevraxeberdana destpêkin

Alîyê ermenî dîsa li ser wê tabîyêye  wekî gerekê pêşnîyarên Ermenîstanê û Adirbêcanê bighînine hev  û nava encamên wê yekêda hevraxeberdana destpêkin.

Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê Armên Grîgoyan gotîye rojnamevana.

«Girêdayî rojeva aşîtîyêra, nêzîkbûna me ewe, wekî em gerekê pêşnîyarên Adirbêcanê û Ermenîstanê bighînine hev û nava encamên wê yekêda hevraxeberdana dora rojeva aşîtîyê destpêkin. Me ew pirs li Bryûsêlê bilind kiribû. Dîtina me ew bûye, wekî ji alîyê Adirbêcanêda ew femdarî heye ku em gerekê pêşda bilivin. Feqet van axirîya elametîyên belavkirî jî hebûne»,- Grîgoyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê wekî rojev nikare yekalîbe, rojeva aşîtîyê gerekê dualîbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button